Binketina Îstiqlalê li hemberî Pakhtakora Uzbekistanê
Îlon 27, 2020 17:50 Asia/Tehran
Tîma Pakhtakora Uzbekistanê li hevrikiya xwe ya bîstem li hemberî tîmên îranî serkevtina xwe ya çardehem bi dest xist
LI gor IRNAyê şeva borî Tîmên Îstiqlala Îranê û Pakhtakora Uzbekistanê di çarçova qonaxa heştekê (1/8) ya pêşbirkeya Lîga qehremanên Asyayê de 1-2 li hemberî Pakhtakora Uzbekistanê binket û nekarî derbasî qonaxa çarekê ya berî fînalê bibe.
Eva di rewşekê de ye ku Pakhtakorê di vê demsala pêşbirkeyan de du caran li hemberî tîma Şehrê Xodro ya Îranê serket û ji binketina vê tîma uzbekî ya herî dawiyê li hemberî nûnera Îranê 4 sal derbas dibin. Vê tîma Uzbekistanê azmûneke baş bûna binxistina tîmên Îranê bi dest xistiye bi awayekî ku li 20 lîstikên li hemberî tîmên îranî 14 serkevtin bi dest xistiye.