Îlon 26, 2020 18:46 Asia/Tehran
  • Îran di warê werzişên dîcîtal di rêza 10 welatên sereke yên cîhanê da ye

Sêkrêtêrê Civata Pêşbirkên Dîcîtal a Îranê ragihand: Îran di warê werzişên dîcîtal, robotic û hişê çêkirî di rêza 10 welatên sereke yên cîhanê da ye.

 Loqman Şahoranî got: Werzişkarên îranî yên çalak di pêşbirkên dîcîtal nemaze futbola online de xwedîyê pilleyên cîhanî ne.

Sêkrêtêrê Civata Pêşbirkên Dîcîtal a Îranê herwiha got: sala buhurî Hesen Pacanî ji Îranê di futbola dîcîtal a online de bû qaremanê cîhanê û îsal jî Mesîh Muhafizekar di rêza duyem  cîhanê de cî girt.

Qonaxa yekem a pêşbirkên bijartina endamên tîma netewî ya werzişên dîcîtal a Îranê li Birca Mîlad a Têhranê hat lidarxistin.

Qonaxa duyem a wan pêşbirkan jî yê meheke din li Têhranê were lidarxistin.

 

Serepeyv