Îlon 24, 2020 08:55 Asia/Tehran
  • Sûriye - Di roja sêyan a Mihrîcana Lêlûnê de mijar fîlmên berxwedanê bûn

Di roja sêyemîn a Mihrîcana Lêlûn a Navneteweyî de ya ku li kampên "Berxwedan" û "Serdem" ya Herêma Şehbayê li dar dikeve, gelek fîlmên li ser 'azadî', 'berxwedan' û diyardeyên ku mirovahî pêk tîne hatin pêşandan.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Mihrîcana Lêlûn a Navneteweyî di roja sêyemîn de bi pêşandana fîlman didome.

Duh li kampa "Berxwedan", komek kurtefîlm û fîlmên dirêj ên ku navarokên wan girêdayî desthilat, berxwedan û pirsgirêkên ku mirovahî bi erdê dike mîna bikarneanîna baş a avê, hatin pêşandan.

Fîlmên ku hatine pêşandan ev in:

Fîlmê H2o a derhêner Hydek Chun Hee Mok.

Fîlmê 1% derhêner Justa Fu Qulity.

Fîlmê Password a derhêner Hesen Mihtarî.

Filmê The red mountain derhêner Kamil Herb.

Fîlmê "Step" yê derhêner Ajay Prakash Gujar.

Fîlm ji Hindistanê beşdar bûye û dema wê 49 sanî ye.

Fîlmê "Nations like you" yê derhêner Ramî El-Cabirî.

Fîlm ji Misirê beşdar bûye û dema wê 6 deqe û 48 sanî ye.

Li Kampa Sedem jî 6 fîlmên dirêj û kin hatin pêşandan, mijarên wana li ser pirsgirêkên civakî, azadiyê û fikrên radîkal ên DAIŞ`ê ne.

Fîlmê "Shanin" ê derhêner Salar Tehranî, ji Îranê beşdar bûye û dema wê saetek û 35 deqe ye.

Fîlmê "Gereral dream" yê her du derhêneran Dave Logic û Linda Hickett e. Fîlm ji Almanya beşdar bûye û dema wê 7 deqe ye.

Fîlmê "Best prize" yê derhêner Wehîd Keferî. Fîlm ji Iraqê beşdar bûye û dema wê 10 deqe ye.

Fîlmê "Angman" yê derhêner Cozêf Fewaz e. Fîlm ji Îrlanda beşdar bûye û dema wê deqeyek e.

Fîlmê El-Berzex ê derhêner Hisên Husam e. Fîlm ji Misirê beşdar bûye û dema wê 13 deqe û 12 sanî ye.

Fîlmê "Winged miracle" ya derhêner Zehra Mîrza. Fîlm ji Azerbeycanê beşdar bûye û dema wê 7 deqe û 35 sanî ye.

 

 

 

Serepeyv