Îlon 16, 2020 08:41 Asia/Tehran
  • Qonaxa yekemîn a pêşbirka zarokan dest pê kir

Desteya Çandê bi hevkariya Komîteya Wêjeyê ya Kurdistana Sûriyê û mamosteyên zimanê erebî, qonaxa yekem a pêşbirka bi navnîşana "Nivîskarê Paşerojê" dest pê kir. 60 zarok tev li pêşbirkê bûn.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Komîteya Wêjeyê ya Kurdistana Sûriyê û mamosteyên zimanê erebî, ji bo teşwîqkirina zarokan li ser xwendina pirtûkan, qonaxa yekemîn a pêşbirka zarokan bi navnîşan "Nivîskarê Paşerojê" li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Zarokên ku navên wan ji bo qonaxa yekemîn a pêşbirkê hatibû tomarkirin derbasî pêşbirkê bûn. Di beşê zimanê kurdî de 30 zarok û di beşê erebî de jî 30 zarok tev li pêşbirkê bûn.

Ji bo her beşekî komîteyek nirxandinê (kurdî û erebî) hatine avakirin.

Zarokên ku di qonaxa yekemîn de bi serkevin wê jê we re xwestin ku naveroka pirtûka ku ji aliyê wî ve hatiye hilbijartin, bi 500 peyvan ji bo asta yekê û 750 peyvan ji bo asta duyem kurt bike. Paşê wê komîteya amedekar nivîsê û rêbazê nivîsandinê binirxîne.

Piştî ku zarok qonaxa yekemîn û duyemîn serkeftî derbas bike wê jê we re xwestin ku nivîsekê ji berhemên xwe binivîse (Kurteçîrok, Helbest û pêxşan) û li pêş komîteyê bixwîne da ku zarokên serkeftî werin diyarkirin.

Sibe wê qonaxa duyemîn a pêşbirkê li dar bikeve.

Tê payîn ku pêşbirka Nivîskarê Paşerojê ya Yekemîn a Zarokan dê bi awayekî asayî her sal di Hezîranê de li dar bikeve

 

 

Serepeyv