Îlon 15, 2020 10:00 Asia/Tehran
  • Hunermend Hozan Bengî avêtin hepsê

Hunermend Hozan Bengî di sala 2016'an de di Newrozê de bi kurdî stran gotibûn. Doz lê vekirin, ceza lê birîn û duh ew tewqîf kirin.

Nûçeya tewqîfkirina Hozan Bengî îro belav bû. Bengî pêr li Erzeromê hatibû binçavkirin, duh jî ew tewqîf kirin.

Hozan Bengî 4 sal berê ji ber ku di Newrozê de stran gotibûn doz lê hatibû vekirin û ji ber vê yekê 3 sal û nîv cezayê hepsê lê hat birîn. Bengî li Erzeromê hat tewqîfkirin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Erzeromê.

 

 

Serepeyv