Îlon 10, 2020 17:24 Asia/Tehran
  • Şertên tevlêbûna Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî hatin ragihandin

Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Wêjeyê şertên tevlêbûna Mîhrîcana Osman Sebrî ya Çaremîn diyar kirin. Tê payîn ku mîhrîcan 11`ê Cotmehê li dar bikeve.


Bi boneya salvegera koça dawîn a rewşenbîr û şoreşger Osman Sebrî Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Wêjeyê bi dirûşma "Bi wêjeyê em bi pêş dikevin" dê 11`ê Cotmeha 2020`an Mîhrîcana Osman Sebrî ya Çaremîn li dar bixe.

Nivîskar û helbestvanê Kurd Osman Sebrî sala 1905`an li Mêrdînê ji dayik bûye û sal 1993`yan koça dawîn kiriye û hem helbestvan bû, hem jî zimanzan, nivîskar û siyasetmedarekî Kurd ê navdar bû.

Ji ber li herêmê vîrusa koronayê berbelav e, dê Gerînendetiya Çand û Hunerê mîhrîcana îsal di asta pêşbirkên wêjeyî yên mîna çîrok, helbest û pexşan de sînordar bike.

Gerînendeya Çand û Hûnerê diyar kir ku ewê  xelatên mîhrîcana sêyemîn a par li dar ket, di mîhrîcana îsal de belav bikin, ji ber ku sala par ji ber êrişên dewleta Tirkiyê yên 9`ê Cotmeha 2019`an ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê nehatin belavkirin.

Gerînendetiya Çand û Huner ya Herêma Cizîrê da zanîn ku nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin tevlî pêşbirka wêjeyê bibin.

Şert tevlêbûnê wiha ne:

- Zimanên tevlêbûnê; kurdî, erebî û suryanî.

-  Beşên pêşbirkê; helbest, kurteçîrok û pexşan.

-  Beşdar dikarin tenê bi berhemekê tev li pêşbirkê bibin.

-  Divê berhem li tu deverê nehatibin weşandin.

- Divê berhem li ser bernameya word werin amadekirin.

-  Divê berhemên kurdî bi puntoya 12 û berhemên erebî û suryanî bi puntoya 14 bin.

-  Kurteçîrok û pêşxan dive herî zêde 1000 peyv bin.

-  Helbest divê ji du rûpelan zêdetir nebin.

Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku kesên dixwazin tev li pêşbirkê bibin dikarin heyanî 30ê Îlonê berhemên xwe tevî wêneyekî xwe û kurtejiyanan xwe bişînin.

 

 

 

Serepeyv