Îlon 09, 2020 21:57 Asia/Tehran
  • 36 sal bi ser koça dawî ya Yilmaz Guney re derbas bû

Beriya bi 36 salan weke di roja 09.09.1984an de derhêner û akterê naskirî yê kurd Yilmaz Guney koça dawî kiribû.

Yilmaz Pütün, ku naskiriyê wekî Yılmaz Güney  di sala 1937an de li gundê Edenêya Tirkiyê yê bi navê Yenîceyê hate dinê û yek ji 7 zarokên malbateke karker e. Dibistana seretayî anku ya destpêkê û ya navîn li Edeneyê qedandiye. Ew ji 9 saliya xwe ve dest bi karkirinê dike. Guney, ji karên pembo bigire heta hesabgeriyê, gelek karên cîhêreng kiriye. Di van salan de wêje bala wî kişandiye û dest bi nivîsandina çîrokan kiriye. Lîseyê li Edenê, li zanîngeha Enqerê, Hiqûq, li zanîngeha Stembolê jî li fakulteya îqtîsadî xwend. Di salên lîseyê de ew gelekî ji hunerê re baldar e û di wan salan de kovareke hunerî ya bi navê 'Dorûk (Lûtke)' derdixe û çîrokan dinîvîsîne. Dema xwendina xwe berdewam dikir, rejîsor Atıf Yılmaz nas kiriye.

Bûye nivîsakarê senaryo, lîstikvan. Herwiha di sala 1957an de ji bo xwendina fakulteya îqtisadê diçe Stembolê. Ji ber ku ji sala 1955an ve takqbat û dadgeha derbarê wî de bi dawî bibû û di destpêkê de 7 sal û nîv  cezayê zîndanê û 2 sal û nîv cezayê sirgûnê jê re tê birîn. Paşê dadgeha temyîzê biryarê xera dike û di encama dadgehên nû de cezayî wî dibe salek û nîv zîndan û 6 meh sirgûn.

Herwiha Guney, di sala 1972an de bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.

Yilmaz Guney dema li Edenê fîlmê bi navê 'Endîşe' dikişand, dozgerê Yumurtalıkê ji ber haqareteke ku lê hatibû kirin kuşt û bi 18 sal cezayê zîndanê hate mehkum kirin. Yilmaz Guney, di sala 1981ê ji girtîgeha Spartayê reviya û bi awayekî veşartî derkete derveyî welêt.

Guney, her wiha di 9 îlona 1984an de di 47 saliya xwe de li Fransayê çû ser dilovaniya xwe. Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê kurd radiwestiya herwiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî hebû. Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran bûha li dû xwe dihêle.

Fîlmê Yilmaz Guney yê bi navê Yol (Rê) jî yek ji van berheman e. Rê, di sala 1982an de, bi fîlma 'Wenda' ya rejîsorê yewnanî Costa Gavras re xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribû.

Filmên Yilmaz Guney yên weke Kerî, Dijmin, Rê, Dîwar weke klasîkên sînemayê tên hesibandin.

Serepeyv