Îlon 08, 2020 13:22 Asia/Tehran
  • Roja yekem a Pêşbirkên Beza Jinan a Kilûbên Îranê / Jinan rekor derbas kirin

Roja yekem a qonaxa yekem a Pêşbirkên Beza Jinan a Kilûbên Îranê hat lidarxistin û bezvanan di sê çiqan da rekora Kilûbên Îranê derbas kirin.

Li gorî rapora ISNAyê, Ferzane Fesîhî bo tomarkirina 11.68 Çirkeyê rekora beza 100 mitr ku pêştir bi 11.69 di destê Meryem Tûsiyê da bû, derbas kir.

Di kewkîkirina Çakûsê da, Zehra Ereb Rostemî, bi kewkîkirineke bi qasî 55.17 rekora 53.88 ku pêştir di destê Rêyhane Aranî da bû, işkand.

Perîsa Ereb jî di beza 5000 mitrî, bi tomarkirina 17: 32,63 deqîqe, rekora berê ku di destê wê bixwe da bû (17: 40, 57) işkand.

 

 

 

Serepeyv