Îlon 08, 2020 09:06 Asia/Tehran
  • ‘Dilop’ê li ser Osman Sebrî dosya amade kiriye

Kovara du mehane Dilop ku bi kurdî û tirkî derdikeve bi hejmara xwe ya rezber û kewçêrê li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê li ser rewşenbîrê kurd Osman Sebrî dosya amade kiriye.

Kovara Dilopê hejmara xwe ya 16’an pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Kovarê vê hejmarê dosyaya xwe li ser rewşenbîrê kurd Osman Sebrî amade kiriye. Firat Cewerî, Mehmet Oncu, Şeyhmus Diken û Hêvî Sebrî (Keça Osman Sebrî) li ser Osman Sebrî nivîs nivîsandine. Jiyana Osman Sebrî ku li Semsûrê dest pê kiriye û li Şamê bi dawî bûye bûye mijara kovarê.

Di hejmara borî de li ser statuya ziman dosya hatibû amadekirin, di vê hejmarê de jî ev nîqaş berdewam dike. Necat Ayaz li ser mijara bikaranîna kurdî ya ji aliyê çînên civakî ve nivîsek weşandiye, bi mînakên dinyayê nîşan dide û bal dikşîne ser dewlemend û xizanên kurd bê ka kîjan çîn çima bêhtir bi kurdî dipeyive.  

Îsal ji nav muzîka kurdî du hunermendên kurd Seîd Yûsif û Seîd Gabarî wefat kirin. Zeyneb Yaş ku li ser muzîka kurdî nivîsên lêkolînî dinivîse di vê hejmarê de li ser van her du Seîdan nivîsiye. Yaşê, bi berfirehî jînenîgariya wan, xebatên wan ên di warê muzîkê de û girîngiya wan a bo muzîka kurdî nîşanî xwendevanan daye.

Ayhan Erkmen, Mesut Alp, Fewzî Bîlge, Elif Eser, Recep Maraşli, Mehmet Bayrak, Rafip Încesagir, Mela Mihyedîn, M. Ender Ondeş, Serdar M. Geîrmencîoglu, Evîn Şikakî, Hayan Aydin, Îbrahîm Şadman, Mihemed Ronahî, Îbrahîm Karaca bi nivîsên xwe  ked dane kovarê. Her wiha di vê hejmarê de  helbestên Osman Sebrî, Turgut Uyar û Narîn Omer hatine weşandin.

 

 

Serepeyv