Îlon 06, 2020 18:44 Asia/Tehran
  • Biryara ecêb a Fedrasiyona Voleybalê, ya 4 rojan berî despêbûna super lîgê

Di rewşa ku bi tenê 4 roj mane bo despêbûna demsala nû ya Super Lîga Voleybala Îranê, Fedrasiyona Voleybalê biryar da jimara tîmên beşdarî pêşbirkeyan zêde bike.

Li gor IRNAyê, Biryar e demsala nû ya Super Lîga Voleybala Îranê roja çarşemê 9 Îlonê despê bibe.  di mehên vê dawiyê tîmên voleybalê ji bo beşdariya li Super Lîgê mijûlî safkirina hesabên xwe, amadetiya ji bo pêşbirkeyê û pişkavêtina ji bo pêşbirkeyê bûn. Rayedarên Fedrasiyonê bi caran qanûnên ku bi xwe pesindkiribûn dabûn bin piyê xwe ku ya herî dawiyê guhertina jimara beşdarên Super Lîgê ye.

Fedrasiyonê ragihandibû ku 12 Tîm dikarin li Super Lîgê beşdar bibin, Lê paşê hejmara Tîmên beşdar gihand 14 Tîman û îro jî Fedrasiyonê bi fermî diyar kir ku 15  tîm dikarin li  demsala nû ya Super Lîga Voleybala Îranê beşdar bibin.

Çarşemiya borî Fedrasiyonê ragihand ku Tîma Şaredariya Qezvînê ji ber ku soz û peymanên xwe bi cih neanîne ji nav tîmên beşdar tê hilanîn  û Tîma Erakê di dewsa wê de cih digire, lê piştî saetekê bernama nîv-demsalê hat ragihandin ku ecêb eva bû ku hem navê tîma Qezvîn û hem jî ya Erakê têde bû û dewsa wan Tîma Riya Netewan a Merîwanê hatibû wêda dayînê.

Piştî diyarbûna vê şaşitiyê bernama Pêşbirkeyan ji ser malpera Fedrasiyonê hate rakirin û piştî 24 saetan bdi bernama nû navê tîma Qezvînê hat hilanîn. 

Serepeyv