Îlon 05, 2020 16:55 Asia/Tehran
  •  Di tomarkirina îşareta erdnîgarî de Riha, di warê serlêdanan de jî Dîlok li pêş e

Li Tirkiyê hejmara berhemên bi îşareta erdnîgarî bi tomarkirin û serlêdanên li Saziya Patent û Markeyan a Tirk (TURKPATENT) roj bi roj zêde dibin, heta nuha hejmara berhemên bi îşareta erdnîgarî gihiştiye 519an.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Tirkiyê hejmara berhemên bi îşareta erdnîgarî bi tomarkirin û serlêdanên li "Saziya Patent û Markeyan a Tirk" (TURKPATENT) roj bi roj zêde dibin.

Li Tirkiyê heta nuha hejmara berhemên bi îşareta erdnîgarî gihiştiye 519an. Rihayê di nava wan de çîg, şêraniya şilikî, tirşik, Qelîsêl ji bo 30 berhemî pesendî sitend û di rêzbendiya wîlayetan de di rêza serî de cihê xwe tomar kir.

Li gorî agahiya ku nûçegihanê AA'yê ji "TURKPATENT"a saziya girêdayî Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê berhev kir, nirxên herêmî û çandî yên li wîlayetên cur bi cur ên Tirkiyê tên pesend û tomarkirin. Di vî warî de serlêdanên bi vî hawî li saziyê roj bi roj zêde dibin.

Ev serlêdanên bo tomarkirina îşareta erdnîgarî jî ji aliyê walîtî, şaredarî, odeyên pîşesazî û bazirganiyê, odeyên çandiniyê û komele tên kirin.

TURKPATENT"ê heta serê vê mehê ji bo 519 berheman pesenda "îşareta erdnîgarî" kir. Li saziyê ji bo tomarkirina 595 berheman nirxandin didomin. Li vê mijarê rikaberiya di navbera wîlayetan de didome.

Riha di rikaberiya îşareta erdnîgarî de di rêza yekê de cih digire. Par ji dawiya meha temûzê û vir de ji 27 berheman pesendî sitend û îsal ev hejmar derxist 30î. Di nava wan de çîg, hinarên Karakopruyê, kebaba cîgeran, şêraniya şilikî, tirşik û qelîsêl Rihayê ji bo 30 berhemî tomarkirina îşareta erdnîgarî sitend.

Dîlokê jî di nava wan de berhemên weke beqlewe, fistiq, musqe, firîk, naneya Nizîbê ji bo 27 berheman tomarkirin sitend kete rêza duyemîn. Dîlok herwiha li hêviya tomarkirina 55 berhemên din e.

Herî dawî taştêya Wanê û rîçala gulan a Wanê jî tomarkirina xwe sitend û Diyarbekir jî ji bo sitendina îşareta erdnîgarî ji bo 24 berheman serlêdan kiriye.

 

 

Serepeyv