Îlon 04, 2020 17:33 Asia/Tehran
  • Pilingên Taekwondo ya Hesekê serkeftineke mezin bidest xist 

Tîma dibistana Pilingên Taekwondo ya bajarê Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê di qehremaniya navdewletî ya Tûnisê de 22 madal bidest xwe ve anîn û li ser asta qehremaniyê pileya sêyem bidest xist.

Serokê dibistana Pilingên Taekwondo Ebdulezîz Abê ji Rûdawê re ragihand, ku ew qehremanî bi beşdariya 550 lîstikevanan ji 19 welatan birêve çû.

Ebdulezîz Abê diyar kir ku ew qehremanî taybet bû bi hereketên Taekwondo û taxima Sûriyê jî bi fermî bi navê wî welatî beşdar bûbû.

Abê herwiha got ku tîma Sûriyê bi navê dibistana Pilingên Taekwando beşdar bû taxima Sûrî 11 madal bidest xistin û tîma wan anku Tîma dibistana Pilingên Taekwondo ya bajarê Hesekê 22 madal bidest xwe ve anîn.

Ebdulezîz Abê aşkere kir ku li ser asta qehremaniyê, ew di pileya sêyem de bûn.

Ev qehremaniya navdewletî bi serpereştiya Yekîtiya Taekwondo ya Afrîqî birêve çû.

Serepeyv