Îlon 03, 2020 18:39 Asia/Tehran
  • Londona Îngilistanê; 'Serê Jinê' bi 1,6 mîlyon Euroyî hat firotin

Tabyola "Serê Jinê" ku wênesazê hollandî Van Gogh çêkiribû bi 1,6 mîlyon Euroyî hat firotin.

Mezat li Mezatxaneya Christie's a li Londona Îngilistanê li dar ket. Muzeya Brabanta Bakur (Noordbrabants) ku navenda wê li bajarê Den Bosch a Hollandayê ye tablo kirî. Tablo heta 6'ê vê mehê dê li muzeyê bê pêşkêş kirin û paşê dê bibin.

Di navbera sermaweza 1884'an û gulana 1885'an de Van Gogh li gundê Nuenen a li Eyaleta Brabantê tablo çêkiribûn û ev tabloya "Serê Jinê" jî wê demê çêkiriye.

Li gor nûçeya BBC'yê, mezatxaneya li Londonê bi 2,5 mîlyon Euro buhayê tablo derxistibû mezatê lê bi 1,6 mîlyon Euroyî hat firotin.

Muzeya Brabant ev demek dirêj bû li dû vê tabloyê bû û dixwest bikire bibe. Tablo dê here eyelate ku lê hatiye çêkirin.

 

 

Serepeyv