Îlon 01, 2020 15:17 Asia/Tehran
  • Hejmara 251an a Kovara  sê mehane ya Nûbiharê derket

Kovara bi kurdî ya sê mehane Nûbihar bi hejmara xwe ya havîna 2020’an li pêşberî xwînerên xwe ye.

Di hejmara nû ya Nûbiharê ya 152’yan de gelek nivîsên cur bi cur, çîrok, helbest, nivîsên lêkolînî, werger cih girtine.

Rohat Alakom ku li ser kurdên gelek welatan xebatan dike, nivîsan dinivîse di vê hejmarê de  li ser kurdên Batûmê nivîsiye. Ji van lêkolîn-nirxandinan yek jî ji aliyê Mem Med ve hatiye kirin. Perwîz Cîhanî jî ji koleksiyona Aleksander Jaba du helbestên nû girtine û amade kirine: Yek ya Melayê Bateyî, ya din jî ya ‘Xîyasî ye.

Mûsa Ekîcî, Îbrahîm Seydo Aydogan û Dawûdê Bagûrî jî bi nivîsên li ser rêziman û îmlayê ked dane kovarê.

Dengbêj Mehmûdê Hesê dengbêjê herêma Qoser û Dêrikê bû ku  di sala 2016’an de wefat kiriye. Berî wefatê bi çend salan Îbrahîm Ayhan di sala 2012’an de pê re hevpeyvînek kiribû û ew hevpeyvîn niha yekem car di Nûbiharê de tê belavkirin.

Murad Celalî, Seîd Veroj, Abdulqadir Kizilkaya, Şemoyê Memê, Yûnis Amedî, Occo Mahabad, Cîhan Roj, Nesim Sonmez, Rahmetullah Karakaya û Mîrê Zirav bi nivîs û çîrokên xwe; Rojen Barnas, Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, Milla Ehmedê Cizîrî, Menahîl es-Sehwî, Mem Al, Îrşad Seydayê Cizîrî, Bamed Serdar, Omer Faruk Feyat, Hesen Polat, Seydayê Dilkanî, Bedriye Topaç, Ehmed Şamlu, Ahmed Arif, Johann Wolfgang von Goethe û Sidîq Gorîcan jî helbestên wan hatine weşandin.

 

 

 

Serepeyv