Tebax 31, 2020 09:50 Asia/Tehran
  • Enstîtûya Kurdî ya li Dûsseldorfê li ser zimanê Kurdî semînerek da

Rêveberê Enstîtuya Kurdî Mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç li bajarê Dûsseldorfê di derbarê zimanê Kurdî de semînerek da.

Semînera ku ji aliyê Komeleya Kurdan hatibû organîzekirin, li bajarê Freibûrgê hat dayîn. 32 kes tevlî semînerê bûn. Semîner bi rengê du beşan hate dayîn. Beşa yekemîn vegotina mijarên girêdayî ziman bû û beşa duyem jî pirs û bersivdan bû.

Rêveberê Enstîtuya Kurdî Mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç semîner da. Aykoç di semînerê de behsa dîroka ziman û bandora wê ya li ser avakirina kesayetiyê kir û got: “Ziman ne tenê navgîneke ya hevtêgihiştinê ye, ziman bingeha neteweyan e.”

Mamoste Aykoç bi rêzê, rola ziman a li ser derûniyê, di baweriyan de girîngiya ziman, di pêşketina giyana zarokan de rola ziman, di dibistanan de rola zimanê dayikê, di warê sosyolojîk, çandî û aborî de rola ziman vegot.

Beşa duyemîn a semînerê bi pirs û bersivan berdewam kir.

Piştî pirs û bersivdanê, herî dawî beşdarên semînerê daxwaz kirin ku ji vê şûnde semînerên derbarê ziman bidomin.

Serepeyv