La Lîga: Klûba ku dixwaze Messi tevlî bibe divê 700 milyon Euroyan bide
Rêxistina Lîga Fûtbolê ya Spanyayê bi fermî ragihand ku her klûbek ku dixwaze Lionel Messi tevlî tîma wê bibe divê perê xala îbtalkirina rêketinnama wî bide.
Li gor IRNAyê Lionel Messi Super Stêrkê fûtbolê yê Arjantînî ku li Klûba Barselonayê dilîze îro li testên Koronayê yên endamên vê Klûbê beşdarî nekir da ku gotegotên derbarê cidatiya xwe ji vê klûbê zêde ji ber bêxe ser zimanan.
Di vî halî de nûçegihanekî nêzîkî Barselonayê jî nûçeya îbtalkirina yekalî ya rêketina vî fûtbalîstî tev Barselonayê piştrast kir. Ev mesela rastî berteka malpera Rêxistina Lîga Fûtbola Spanyayê hat.
La Lîga bi fermî di daxuyaniyekê de ragihand ku di doza huqûqî ya Klûba Barselona û Messi de Klûba hanê heqdar e. Bi vî awayî her klûba ku dixwaze Messî tevlî bibe divê ku perê xala îbtalkirina wî ku 700 milyon Ewro ye bide da ku ti pirsgirêkek qanûnî ji bo bikargirtina vê lîstikvanî nemîne.