Tebax 28, 2020 18:23 Asia/Tehran
  • Super Lîga Handbalê a jinên Îranê ji 25 Îlona 2020 li dar dikeve

Li gor pişkavêtina dewra 16-an a Super Lîga Handbala jinan ku roja sêşemê li dar ketibû biryare Sûper lîga jinan ji 25 îlona îsal li dar keve.

Li Pişkavêtina hanê 8 tîmên Zûb-Ahen (Helandina Hesin) a Îsfehanê, Fûlada Mubarike ji Îsfehanê, Kerbonata Sedyom a Fîrozabada Farsê, Şehîd Şamilî ya Kazirûnê, Iştadsaze ya Meşhedê, Binavahiyên Deryayî ya Tehranê, Perspolîs a Behbehanê û Seng Ahen (Kifirê Hesin) a Bafqê beşdar bûbûn ku ser du grûpan parve bûn.

Li grûpa yekem tîmên Iştadsaze ya Meşhedê, Kerbonata Sedyom a Fîrozabada Farsê, Perspolîs a Behbehanê û Fûlada Mubarike ya Sipahanê cih digirin.

Li Grûpa duyem jî tîmên Şehîd Şamilî ya Kazirûnê, Seng Ahen (Kifirê Hesin) a Bafqê,  Zûb-Ahen (Helandina Hesin) a Îsfehanê û Binavahiyên Deryayî ya Tehranê cih digirin.

Pêşbirkeyên van tîman ku wê 25 îlonê li dar kevin,  wê bi awayê çûn û vegerê û komî li çend qonaxan li dar kevin ku ji her grûpek wê 2 tîm ku li ser hev dibin 4 tîm derbasî qonaxa jorîn bibin. 

Serepeyv