Tebax 28, 2020 17:42 Asia/Tehran
  • Klûpa Îsteqlalê: Ti biryarek ji bo wêdadayîna berpirsan di rojevê de nîne

Medyaya fermî ya klûpa Îstiqlalê ragihand ku ti biryarek derbarê ji bo jiserkarhilanîna alîkarê aborî û birêvebirê karûbarên navneteweyî yê vê klûpê di rojevê de nîne.

Maweyekî berî niha di nav medyaya mecazî de hatibû ragihand ku Wezareta Werziş û Ciwanan fermana jiserkarhilanîna alîkarê aborî Mehdî Newrozî û birêvebirê karûbarên navneteweyî Kazim Qeyim yên klûpa Îstiqlalê daye, lê belê paşê vê Klûpê ev nûçe derewand  û diyar kir ku berpirsên hanê wê karê xwe bidomînin.

Gişt hilanîn û danîna berpirsên klûpa Îstiqlalê li ustiyê birêvebirê sereke yê vê klûpê ye.

Du berpirsên hanê bi birêvebirê sereke yê kûlûpa Îstiqlalê ji bo muzakireya bi Stramaçûnî çûbûn Îtalyayê.

Serepeyv