Tebax 27, 2020 09:34 Asia/Tehran
  • Cedwela pêşbirkên  Lîga Super a Fûtbala Tirkiyê diyar bû

Ji bo serdema Lîga Super a Fûtbala Tirkiyê vê êvarê li Rîvaya Stenbolê pişke hat kişandin. Di hefteya pêşî de derbiyek heye: Pêşbirka Trabzon û Beşîktaşê.

Di Lîga Super a Fûtbala Tirkiyê de ji ber par bi biryara TFF'ê (Federasyona Fûtbalê ya Tirkiyê) biryar hat girtin ku tu lîg ji Super Lîgê daneketin, sê tîm ji Lîga 1'emîn hatin, bi temamî 21 tîm çêbûn.

Ji bo van 21 tîman pişke hat kişandin û hefteya yekemîn wisa çêbû:

- Ankaragucu - BB Erzurum

- Sivas - Alanya

- Kayserî - Fenerbahçe (FB)

- Hatay - Başakşehir

- Galatasaray (GS) - Gazîantep

- Fatih Karagumruk - Malatya

- Goztepe - Denizli

- Trabzon (TS) - Beşîktaş (BJK)

- Antalya - Gençlerbirligî

Ji ber 21 tîm in her hefte tîmek dê nelîze. Hefteya pêşiya me Konya nalîze.

Di lîgê de pêşbirkên herî zêde têne meraqkirin pêşbirkên derbiyan in. Li gor pişkeyê di hefteya yekem de TS - BJK hene. Paşê di hefteya 3'yan de GS - FB, hefteya 7'an de FB - TS, hefteya 10'an FB - BJK, hefteya 14'an FB - BJK, hefteya 15'an TS - GS û hefteya 16'an jî BJK û GS dê bi hev re bilîzin.

Ji bilî van agahiyan xalek girîng heye: Biryar hat girtin ku di nava hefteyê de pêşbirk bêne lîstin. Li lîgên Ewropayê ev hebû lê yê Tirkiyê yekemîn car tiştek wisa çêdibe.

Her wiha TFF'ê biryar girtiye ku di nava meha kewçêrê (Cotmeh) de temaşevan herin Pêşbirkan lê ne hemû stad, beşek jê bê vekirin.

 

 

 

Serepeyv