Tebax 26, 2020 19:17 Asia/Tehran
  • Antonio Banderas, Lîstikvanê spanyolî yê navdar zora koronayê bir

Lîstikvanê spanyolî yê navdar Antonio Banderas ji ser hesaba xwe ya tora civakî ragihand ku ew baş bûye.

Banderas ku berê ragihandibû bi Vîrûsa Koronayê (covid-19) ketiye ji ser instagramê re peyama başbûna xwe belav kir û got: "Piştî qerentînaya 21 rojî îro min enfeksiyona Covid-19 têk bir, ez dikarim bêjim ez baş bûme. Xema min li ser kesên bi qasî min ne bi siûd in, kesên zêdetir êşê dikişînin e. Ez hêviya serketinê ji bo her kesê di nav vî şerî de ne dixwazim."

Lîstikvanê Spanyolî 60 salî ye. Heta niha wî di dehan fîlman de rol girtiye. Par bi rola di fîlmê "Pain and Glory" de li Festîvala Cannesê Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt. Ligel vê wî heta niha ligel cihan xelat girtine.

 Banderas ji ser hesabê xwe yê instagramê re ligel peyamê ev wêneyê kolajkirî jî weşand.

 

 

Serepeyv