Tebax 26, 2020 09:20 Asia/Tehran
  • Li Kabulê; Gule bera yekemîn derhênera Efganistanê dan

Seba Seher (Saba Sahar) yek ji lîstikvan, sazkar û yekemîn derhênera sînemayê ya Efganistanê ye. Li Kabula Efganistanê gule bera wê dan.

Li gorî rapora malpera Diyarnaame'yê ji zarê BBC'yê, Nûçegîhana BBC Yalda Hakim ji ser twittirê re ragihand ku Seba Seher dema diçû kar hatiye gulebarankirin, ligel ajokarê wê birîndar bûye û niha ew li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ev êrîş şermezar kir.

Seba Seher avakara Enstîtuya Fîlman a Sebayê ye, heta niha derhêneriya sê fîlman kiriye. Di heman demê de derhêneriya rêzefîlmê "Komîser Amanullah" kiriye ku rêzefîlm 24 beş dom kiriye. Sahar di heman demê de di rêzefîlm de rola polîsa jin dilîst.

Seba Seher ji bo rojnameya îngilîz "The Guardian" wisa gotibû: "Ez dixwazim hînê mihafezekarên ku jin û keçên xwe li mal heps dikin bikim ku bila ew jin û keç derkevin derve, perwerdehiyê bibînin, hinek pere qezenc bikin, di ji-nû-ve-avakirina Efganistanê de cih bigirin." Lê di heman hevpeyvînê de wisa jî gotibû, "Lê berdêla ev jiyana mînak jî heye. Her serê sibê dema ji mal derdikevim ez dizanim ezê bêm kuştin jî, ez dizanim ezê carek din malbata xwe jî bibînim."

Çend sal berê Seba Seher hatibû tehdîdkirin. Wê û ajokarê wê ji bo parastina xwe çek bi xwe re digerandin.

 

 

 

 

 

Serepeyv