Tebax 26, 2020 09:20 Asia/Tehran
  • Lyonel Messi got ez diçim!

Lîstikvanê arjantînî, yê navdar, Messiyê ku bi Barselonayê re bûye yek parçe ji tîma xwe re got ez diçim...

Li gorî rapora malpera Diyarnaame'yê ji zarê BBC'ya Tirkî, Nivîskarê sporê yê spanyolî Guillem Balague wisa nivîsî, "Messi yê 33 salî faksek ji bo klûbê bi rê kir û got ku ew dixwaze xala bê pere dikare here ya di peymana wî de bikar bîne û here."

Messe yekemîn car di sala 2004'an de formaya Barseloyanê li xwe kir. Heta niha şeş caran Xelata Goga Zêrîn girtiye. Bi formaya Barselonayê gelek rekor şikandine. Peymana Messi heta sala 2021'ê hebû.

Messi dixwaze bê berdêl here lê Barselona li ser wê fikrê ye ku peyman didome, klûba ku bixwaze Messi transfer bike divê 700 mîlyon Euro pere bide.

Di pêşbirka çarîk fînalê ya Lîga Qehremanan de Barselona li hemberî Bayern Munihê bi 8-2 têk çûbû û nîqaşa li nav tîmê wê şevê dest pê kiribû.

 

 

 

 

Serepeyv