Tebax 26, 2020 00:56 Asia/Tehran
  • Herêma Cizîrê - Yekemîn pêşbirka çandî ya zarokan destpê kir

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê ji bo teşwîqkirina zarokan ku pirtûkan bixwînin û di paşerojê de bibin nivîskar, yekemîn pêşbirka zarokan bi navnîşan "Nivîskarê Paşerojê" li gel girtina tedbîrên hişyariyê ji Koronavîrusê, lidar dixe.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Desteya Çandê ya herêma Cizîrê yekemîn pêşbirka bi navnîşan "Nivîskarê Paşerojê" bi dirûşma "Şitla îro darê sibe ye" li dar dixe. Desteyê ji vê pêşbikgê armanc dike ku zarokan teşwîqî xwendina pirtûkan bike, wan bi nivîskarên herêmî û cîhanê bidin naskirin, zemînekê ji wan re ava bike da ku di paşerojê de bibin nivîskar.

Wê du çînên zarokan tev li pêşbirkê bibin. Temenên zarokên çîna yekê di navbera 10 û 14 saliyê de ne. Ya din jî di navbera 14 û 18 saliyê de ne.

Zarok dikarin bi du zimanên kurdî û erebî tev li pêşbirkê bibin. Komîteya amadekar 40 pirtûkên cihêreng ji helbest, kurteçîrokê û pexşan ji her du zimanan li gorî her çînekê amade kirine da ku li zarokan belav bike.

RÊBAZA TEVLIBÛNÊ

Pêşbirk ji sê qonaxan pêk tê. Qonaxa yekem di 23ê Tebaxê de destpê kir û dê heta 30ê Tebaxê berdewam bike. Zarok pirtûkên komîteya amadekar bi awayekî PDF werdgirin.

Desteyê bi rêya Whatsappê peywendiyê bi beşdarên pêşbirkê re ava dike. Piştre komîteya amadekar pirtûkan bi şêwaza PDF ji beşdarên pêşbirkê re dişîne. Da ku zarokan li cihekî kom nekin û wan ji Koronavîrusê biparêzin.

Li gorî bernameya pêşbirkê divê zarok pirtûka ku birine, di 15 rojan de ji 30ê Tebaxê ve heta 15`ê Îlonê bixwîne û piştra komîteya ku ji endamên Desteya Çandî, Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê, Komîteya Wêje û Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê pêk tê, têgihiştina zarokan ji pirtûkan re binirxîne.

Hevseroka Desteya Çandê Roda Hesen destnîşan kir ku komîteya ku ji bo nirxandina zarokan hatiye diyarkirin, dê pêşbirkê li herêmên ku zarok lê ne çêbike û pirsên girêdayî pirtûka ku xwendina arasteyî wan bikin da ku asta têgihiştina zarokan ji navaroka pirtûkan re nas bikin.

Heke zarok di qonaxa yekemîn de bi ser keve, jê tê xwestin ku navaroka pirtûka ku vebijartiye, bi 500 peyvan ji bo asta yekê û 750 peyvan ji bo asta duyem kurt bike. Paşê komîteyê wê nivîsê û rêbaza nivîsandinê dinirxîne.

Piştî ku zarok her du qonaxên yekemîn û duyemîn derbas bike, jê tê xwestin ku nivîsekê ji berhemên xwe binivîse (kurtçîrok, helbest û pexşan) û li pêşiya komîteyê bixwîne da ku asta zarokan were naskirin û zarokên serkeftî werin diyarkirin.

Roda Hesen îşratpê kir ku gelek zarok tev li pêşbirkê bûne û got: “Dê 12 zarokên serkeftî ji her çînekê bên diyarkirin.”

Roda wiha domand: “Dihat payîn ku pêşbirk li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihate lidarxistin, lê belavbûna Koronavîrusê li herêmê rê neda li ev yek pêk were.”

Roda di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku pêşbirka Nivîskarê Paşerojê ya Yekemîn a Zarokan dê bi awayekî asayî her sal di meha Hezîranê de piştî girtin dibistanan li dar keve.

 

 

 

 

Serepeyv