Tebax 24, 2020 19:56 Asia/Tehran
  • Bayer Mûnîx; Serketineke heqkirî

Pêşbirka fînalê ya Lîga Qehremanan jî bi dawî hat û aliyê ku serket Bayer Mûnîx bû.

Di fînalê de Bayer Mûnîx û PSG hatin hemberî hev. Bayerê deqîqeya 59'an de bi gola "Coman" Pêşbirk bi 1-0 bi dest xist û bû Qehremana Qehremanan.

Bayer Mûnîxê ev yek heq kiribû ji ber ku heta niha di hemû Pêşbirkan de bi ser ketibû û derketibû fînalê. Di 6 Pêşbirkên Koman 6'inan de jî bi ser ketibû. Di her du Pêşbirkên Dora 16'an de tam 7 gol avêtibû Chelseayê. Paşê di çarîk fînalê de tam 8 gol avêtibû Barselonayê û di nîv fînalê de jî bi 3 golan Lyon şandibû mala xwe. Erê di fînalê de tenê golek avêt lê ev yek bo wan bes bû.

Bayer Mûnîx ê ku li Almanyayê ambargo daniye ser Bundeslîgayê, her ew dibe Qehreman, heta niha tam 30 caran bûye Qehreman, di vê tûrnûvaya Lîga Qehremanan de jî xwe nîşan dide.

Bayer bi vê serketinê tam bû 6 caran vê kûpayê dibe mala xwe.

Tîma alman di salên 1974, 1975, 1976, 2001 û 2013 û piştî 7 salan niha carek din bi ser dikeve.

Bayerê bi merasimek kupa xwe ji Serokê UEFA'yê Aleksander Ceferin girt. Di vê tûrnûvayê de Real Madrid bi 13 caran tîma herî serketî ye. Dûre Milan bi 7 caran û Bayer ligel Liverpoolê bi 6 caran serketinê tê.

Kupa Super di rê de ye

Bi vê Pêşbirkê de serdema 2019-2020 a Lîga Qehremanan û Lîga Ewropayê yên UEFA'yê bi dawî bûn. Di meha pêşiya me de her du serketiyên van her du tûrnûvayan Bayer Mûnîx û Sevilla ji bo Kupa Super dê bên hemberî hev.

 

 

 

 

Serepeyv