Tebax 24, 2020 01:42 Asia/Tehran
  • Çîrokên ji 'Şikefta Fîlozofiyê' ya 'Leyla Atabey' dertên

Bi navê "Şikefta Fîlozofîyê" pirtûkek çîrokan derket. Pirtûka ku ji aliyê "Leyla Atabay" ve hatiye nivîsîn ji "Weşanên Lîsê" derket.

Li gorî rapora malpera Diyarnameyê, "Lehengên 'Leyla Atabey' du zarokên cêwî yên bi navên Dîlan û Baran in ku di rojeke Newrozê de dema baran dibe û roj jî heye keskesor dertê. Li gor baweriyê ji bo xezîneyê li ber lingê keskesorê bibînin û derxin dikevin rê, digihîjin serê çiyayekî, devê şikeftek. Ew şikefta ku Leşkerên Îskender jî newêrine bikevin hundir. Û dema lehengên pirtûkê dikevin hundir rastî heft deriyan tên. Dê ji kîjan derî bikevin hundur, dê çi bînin? Nivîskar Atabay di her derî de qala felsefeyek dike. Kalên Zerdeşt, Enkîdû û Gilgamêş, Ehmedê Xanî, Rabîaya Bedew, Mazdek, Kant, Platon û hwd. Di her derî de çîrokek felsefîk heye. Ji çîrokan diyar e nivîskar xwestiye bi çîrokan felsefeyê bide xwendin. Wekî qisûrek carinan zarok ji zarokatiya xwe dertên û wekî fîlozofan diaxivin yan dipirsin lê dîsa jî pirtûk diherike û xwe dide xwendin."

Di beşa diduyan a pirtûkê ku wekî "Çîroka Fîlozofiyê 2, Kuantum" nav lêkiriye de jî zarokek din dertê holê: Newzad. Vê carê rêwîtiya wî bi felsefeyê û navdarên vê qadê re didome.

"Leyla Atabay" kî ye?

Nivîskar Leyla Atabay di sala 1978'an de li gundê kela Dergezînê yê "Ebaxa" Wanê hatiye dinê. Di dawiya 79'an de malbat bar dike diçe navenda Wanê û ew li wê demê mezin dibe. Atabay dibistana seretayî û navîn li Wanê dixwîne. Di sala 1997'an de tê girtin û hê jî girtî ye. Atabey ku niha li girtîgeha "Elbistan"ê ye berî vê pitûkê di sala 2014'an de bi navê "Konjokturel Kimlik, Said-î Kurdî, Said-î Tirkî, Said-Î Erebî"  (Weşanên Sîtav) pirtûkek bi tirkî nivîsanriye. Pirtûka "Şikefta Fîlozofîyê" yekemîn pirtûka wê ya bi kurdî ye. Li aliyê din Lîsê ligel vê pirtûka çîrokan, pirtûkek wê ya din bi navê "Kendini Unutan İnsan" ku pirtûkek lêkolînî jî weşandiye.

- 'Şikefta Fîlozofiyê / Leyla Atabay / Weşanên Lîs / Çîrok / 2020 / 183 rûpel

 

 

 

 

 

Serepeyv