Tebax 23, 2020 18:42 Asia/Tehran
  • Meqsûdlû qehremanê berê ê şetrenca cîhanê mat kir

Zilamê yekem ê Rîtîng şetrenca(kişika) mêrên Îranê bi serketina li hember kişikbazê bi nav û deng ê Hindustanî encameke herî baş li pêşbirkeyên Olempiyada şetrencê ku bi awayê Online li dar dikeve bi dest xist.

Li gor IRNA, Olepiyada Online a Şetrencê ku duh despêê bû bi serketina Perham Meqsûdlû mamostayê mezin ê şetrenca Îranê li hemberî qehremanê berê yê şetrenca cîhanê Vîwanatan Anand serket.

Meqsûdlû di rewşekê ev şetrencbazê mezin têkbir ku bi xwe di roja yekem a pêşbirkeyan dest ji hersê lîstikên xwe berdabû. Ew li roja duyem ji bilî ku li hember vê şetrencbazê mezin ê hindî serket, du lîstikên xwe yên din jî bi serketin bi dawî anî.  

Duh li dewra çaran a tîma şetrenca mêrên Îranê li hemberî Zîmbavê bi pênc serketinan  û wekheviyekê xwe gihande asta jorîn.lê li lîstika duyem li ber Hindustanê bi encama 2-4 şikest. Tîma Îranê di dewamê de Tîma Usbekistan  têkbir û li dewra dawiyê anku îro bi Almanyayê dikeve hevrikiyê.

Serepeyv