Tebax 22, 2020 14:20 Asia/Tehran
  • Lîga Ewropa ya UEFA'yê; Sêviyayê kup bire Spanyayê

Li Ewropayê piştî Kupa Lîga Qehremanan, duyemîn Kupa mezin Kupa Lîga Ewropa ya UEFA'yê ye ku duh êvarê pêşbirka wê ya fînalê hebû. Tîma spanî Sêviya (Sevilla) tîma îtalî Inter bi 3-2 têk bir û carek din kupa bir mala xwe.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Em carek din dibêjin ji ber ku tam bû 6 caran Sêviya (Sevilla) derdikeve fînalê û di her 6 caran de jî bi ser dikeve. Ev yek di dîroka kupên dinyayê de jî bi vî awayî rekorek e.

Rastî ev e: Duh êvarê (21ê Gelawêj-Tebax) di nav her du tîman de favorî nîn bû, hesreta Interê zêdetir bû lê Sevilla gotina "Ez li fînalê bim kupa ya min e" carek din bibîr xist.

Ji ber vîrusa Koronayê pêşbirkên Lîga Ewropayê li Almanyayê bê temaşevan hatin lîstin. pêşbirka Sevilla - Inter jî bi heyecan dest pê kir. Her di deqîqeya 4'an de Inter penaltî bi dest xist û lîstikvanê wan "Lukaku" di deqîqeya 5'an de tîma xwe bi 1-0 derxist pêş. Tenê 7 deqe karîn kêfa xwe bikin, Sevilla bi "Luuk de Jong" bersiv da: 1-1. "Luuk de Jong" di deqîqeya 33'yan de jî golek avêt û tîma xwe bi 2-1 derxist pêş. Piştî vê bi 2 deqeqîqeyan Inter'ê bi "Diego Gudin" bersiv da û nîveka yekemîn bi 2-2'yê bi dawî bû.

Di nîveka duyemîn de çavê her du tîman jî li gol/an bû, lê yê karî golek biavêje dîsa Sevilla bû. Di deqîqeya 74'an de gotina dawî "Diego Carlos" got: 3-2.

Bi vê yekê Sevilla bû 6 caran vê kupê dibe mala xwe. (2 Caran Kupa UEFA ku wê çaxê navê wê wisa bû, bû çar caran jî Kupa Lîga Ewropayê). Salên wê jî bi vî awayî ne: 2005-06, 2006-07, 2013-14, 2014-15, 2015-16, 2019-2020.

Di vê beşê de Sevilla tîma ku herî zêde ev kup bi dest xistî ye. Li aliyê din di salên 2014, 2015 û 2016'an de Sevilla sê salan ser hev de ev kupa biriye mala we ku ev jî rekorek e.

Her wiha ligel Sevilla tîmên Spanyayê "Atletico Madrîdî" 3 caran, "Real Madrîdî" 2 caran û "Valencia" carek jî carek ev kûpa girtiye, bi giştî 12 caran ev kûpa çûye Spanyayê.

 

 

 

Serepeyv