Tebax 22, 2020 02:16 Asia/Tehran
  • Amed - Serlêdanên Akademiya Ma Muzîkê dest pê kirin

Serlêdanên Akademiyên "Ma Muzîkê" yên Akademiya "Ma, Dengbêjî û Zarokan" dest pê kirin. Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar diyar kir ku ji ku dera welêt dibe bila bibe herkes dikare serî li akademiyên wan bide.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Akademiya Ma Muzîkê ku ji bo pêwîstiya muzîkê ya bi perwerdehiya zimanê kurdî, bi felsefeya “Li her derê muzîk, ji bo herkesê muzîk” derketiye rê, serlêdanên akademiyên xwe yên Akamiya "Ma, Dengbêjî û Zarokan" da destpêkirin. Serlêdan ji 15’ê tebaxê dê heta 15’ê Cotmehê bidomin. Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê "Şêrko Kanîwar", derbarê serlêdanên akademiyên wan de axivî.

 

‘JI KU DERÊ WELÊT BIBE BILA BIBE HERKES DIKARE SERÎ LÊ BIDE’

Kanîwar, diyar kir ku piştî ku di 15’ê cotmehê de serlêdanan wan bi dawî bibin ji nav kesên serlêdan kirine, dê ji bo her sê akademiyan hin kesan hilbijêrin û wiha got: “Ji ber ku akademî ye, em neçar in ji nava wan serlêdanan hin kesan hilbijêrin. Em wan kesên ku têgihiştina wan a muzîkê baş û di nava 6 salan de pêş bikevin hildibijêrin. Ji ku dera welêt dibe bila bibe dikarin werin ji akademiyên me perwerdehiyê bigirin. Akademiya Zarokan ji bo xwendekarên 6 salî heta 14 salî ne. Akademiya mezinan ji bo 17 salî heta 30 saliyan e. Kesên 15-16 salî heke bixwazin, ji bo akademiya mezinan, dikarin bên akademiyê di qursên me de amadekariyê bikin. Akademiya Dengbejiyê jî ji ber ku dengbêjî tiştekî taybet e, çênabe em temen sînor bikin. Dibe ku kesekî/e 40 salî jî were. Ji ber wê emê li temen nenêrin û hewl bidin bigirin.”

 

‘ZAROK HEM ZIMAN HEM JÎ ÇANDA XWE FÊR DIBIN’

Kanîwar, qala naveroka dersên akademiyan kir û ev tişt anî ziman: “Di Akademiya Zarokan de sala yekemîn dersa stranbêjî, çanda dengbêjî, rîtîm û zimanê kurdî hene. Zarok şeş salan perwerdehiya zimanê kurdî digirin. Mixabin gelek zarokên ku tên kurdî nizanin. Bi rêya Akademiya Zarokan ew zarok dê hem zimanê xwe hem jî çanda xwe fêr bibin. Salên din jî perwerdehiya teoriya muzîkê, piyanoyê lê zêde dibe. Ji sala 2’yan û şunde her zarok dikare enstrumanekê hilbijêre û akademiya xwe 6 salan berdewam bike. Akademiya mezinan jî sala ewil dersên teoriya muzîkê, stranbêjî, çanda dengbêjî, piyano û filozofiya hunerê heye sala 2’yemîn perwerdehiya pedagojiyê dibînin dersên koro û foruma muzîka kurdî lê zêde dibin. Sala 3’yemîn dersa orkestra, staja perwerdehiya muzîkê, studyo heye. Kesên akademiyê dixwînin dersên teknolojiyê jî fêr dibin. Sala dawî jî dikarin beşa aranjeyê hilbijêrin û xwe bi pêş bixin û bibin aranjor.”

 

‘MUZÎK JI BO HERKESÊ YE’

Kanîwar, da zanîn ku akademiya dengbêjiyê xweser e li ser stranbêjî û dengbêjiya kurdî dixebite û derbarê akademiyê de ev agahî dan: “2 beşên Akademiya Dengbêjiyê hene. Yek ya zarokan yek jî ya mezinan e. Em ê zarokên ku ji hêla dengê kurdî ve werin perwerdekirin hilbijêrin. Di beşa mezinan de beşa dengbêjiyê û stranbêjiyê heye. 6 mehan perwerdeya deng distînin û li gor herêman ders dibînin. Perwerdehiya Akademiya Dengbêjiyê wek îstîsna bê pere ye. Ji ber ku derdê me jiyîna vê çandê ye. Akademiya Zarok û Mezinan jî bi heq in. Ger ku rewşa malbatan a aboriyê guncav be mehê 400 lîre, ger rewşa wan nebaş be dikarin li gor qeweta xwe bidin. Heke nebaştir be Ma Muzîk bi pereyan perwerdeyê nade. Ji ber wê kesên rewşa wan nebaş bin jî dikarin zarokên xwe bînin qeyd bikin. Em tu heqan taleb nakin.”

 

‘EM LI BENDA MALBATAN IN’

Kanîwar, bal kişand ser tirsa malbatan a vîrusa Koronayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me polên xwe li gor pandemiyê dîzayn kirine. Mamosteyên me bi tedbîr perwerdeyê didin. Şagirt jî bi maske dikevin hûndir. Gav û saetan dezenfekte û paqijî tê kirin. Her tiştê me otomatik dixebite em naxwazin kesekî ku ji derve hat vê derê ji bilî amûra xwe temasî derekê bike. Hefteyê carekê mekan tê dezenfektekirin. Lê heke malbat bitirsin û bêjin em zarokên xwe naşînin. Dîsa jî dikarin serlêdana xwe bikin. Perwerdehiya me dê bi dersên video û online berdewam bike. Şert û mercên pandemiyê çi dibin bila bibin ekîba me ji bo hemû dersan amadekariyên xwe dike. Ji ber wê bila malbat xeman nexwin. Dikarin bê tirs werin "Ma Muzîkê". Em li benda malbata ne ku werin zarokên xwe qeyd bikin.”

 

 

Serepeyv