Tebax 20, 2020 19:54 Asia/Tehran
  • Xebatkarên NÇM'ê:

Li Tepebaşiya Beyogluya Stenbolê avahiyeke dîrokî hebû ku Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo 49 salan ew ji weqfê kirê kiribû. Ev 18 sal bûn ku ew der di destê NÇM'ê de bû û bi taybetî muzîkarên wan û xebatkarên din jî ew avahî bi kar dianîn, xebatên xwe li wir çêdikin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Di van salên dawî de Midûriyeta Weqfan ji bo avahiyê ji dest wan derxin serî li gelek rêyan dan. Pêşî peymana wan a dirêj betal kirin û sala îhale (Muzayede) vekirin. Lê du salan ser hev de NÇM'ê ew îhale bi dest xistin û karên xwe dom kirin lê îsal îhaleya wan hat betalkirin û fermana valakirina avahiyê ji wan re şand.

Herî dawî jî heta 20'ê vê mehê moleta valakinê dan NÇM'ê. Xebatkarên NÇM'ê îro li ber avahiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Ligel xebatkarên NÇM'ê, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Huda Kaya, Endamê MYK’a HDP’ê Ferhat Encu, Hevserokên HDP’ya Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyub Sûbasi jî amade bûn.

Hunermendên NÇM'ê di daxuyaniyê de gotin ku bi zorê avahiya wan ji wan distînin lê ligel hemû astengî û êrîşan jî ew ê xebatên xwe bidomînin.

Mebûsa HDP'ê Kaya jî neheqî û zordariya li ser NÇM'ê anî ziman û diyar kir ku ew dê teslîm nebin.

 

 

 

Serepeyv