Tebax 20, 2020 16:19 Asia/Tehran
  • Lîga Qehremanan a Fûtbala Ewropayê - Her du fînalîst bi 3 golan hatin

Li Lîga Qehremanan a Fûtbala Ewropayê de fînalîst diyar bûn. PSG (Parîs Sent German - Paris Saint-Germain F.C) ku bi 3 golan Leipzing têk biribû û derketibû fînalê, Bayern Mûnîxê jî duh êvarê bi 3 golan Lyon têk bir û bû reqîbê PSG (Parîs Sent German). Her du tîmên bi 3 golan hatin fînalê dê bi çend golan kûpayê bibin mala xwe? Bersiva vê pirsê vê yekşemê (23'yê mehê) saet 22'yan de ye.

Pêşbirka dawî ya nîv fînalê di navbera Lyon û Bayern Mûnîxê de bû. Di 15 deqîqeyên pêşî de tu şûtek Bayern Mûnîxê tunebû lê Lyonê çend firsendên muhîm bi dest xistin lê nekarî veguherîn golê. Û tam di kêliyên wisa de gotina tu neavêjî dê reqîbê te biavêje derket holê: Bayern Mûnîxê bi "Serge Gnabry" golek mikemel avêt û hem 1-0 derket pêş, hem tofana bi ser wê de dihat qewirand û hem hat ser xwe. Piştî vê deqîqeyê Bayern Mûnîxê bîr bir ku ew ne tîmek ji rêzê Bayern Mûnîx e û deqîqeya 33'yan de dîsa bi "Gnabry" golek din jî avêt.

Her çiqas Bayern Mûnîx favorî bû û bi asta xwe du qalib ji Lyonê jortir bû jî peta ber bi dawiya pêşbirkê gelek firsend ketin destê lîstikvanên Lyonê lê nekarî galek jî biavêjin. Di deqîqeya 88'an de "Lewandowski" gotina dawî got: 0-3.

Pêşbirka finalê ya Lîga Ewropayê ya UEFA'yê 21'ê vê mehê dê di navbera Sevilla û Interê de bê lîstin. pêşbirka fînalê ya Lîga Qehremanan a Fûtbala Ewropayê a UEFA'yê jî 23'yê mehê di navbera Bayern Mûnîx û PSG (Parîs Sent German) de bê lîstin. Her du pêşbirk jî saet 22'yan (li gor saeta Tirkiyê) de têne lîstin

 

 

 

Serepeyv