Tebax 18, 2020 03:18 Asia/Tehran
  • Pêşangeha hunerî ya 'Bangewaziya Efrînê' berxwedana Efrînê vedibêje

'Komîna Wênesazî ya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê bi hevkariya MSD'ê çalakiyeke hunerî bi navê "Bangewaziya Efrînê (Qîrîna Sûriyê)" da destêkirin. Armanca vê çalakiyê dengê berxwedana Efrînê bigihîne cîhanê.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Komîna Wênesazî ya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê bi hevkariya Meclisa Sûriya Demorkatîk (MSD) bi armanca ku dengê berxwedana Efrînê ji cîhanê re ragihînin, çalakiyeke hunerî da destpêkirin.

Çalakiya bi navê "Bangewaziya Efrînê (Qîrîna Sûriyê)", projeyek pêşangeha hunera, wênesazî û peykersazî ye. 40 wênesaz û peykersaz ên ji herêma Efrînê bi berhemên xwe beşdarî bûne.

Hawar Newsê nivîsiye: "Berhemên ku di pêşangehê de hatine pêşandan balê dikişîne ser azarên şêniyên Efrînê yên ku ji warê xwe hatine koçberkirin, sûc û binpêkirinên 'hêzên dagirker' ên li djiî sivîlên Efrînê.  Ev proje nameyek ji bo wijdana cîhanê ya ku çavê xwe li kiryarên dij mirovî girtiye."

Pêşangeh ji aliyê endamên komînê Ardelan Îbarahîm û Sebah Elî û endamên MSD'ê Şirîn Qaso û Mihemed Elî Hesen ve tê birêvebirin.

Hawar Newsê di dewamê da nivîsiye: "Wênesaz û peykersazên ku beşdarî pêşangehê bûne ev in "Zîlan Mihemed Emîn, Xaliya Xelîl, Şîlan Ico, Şehla Ico, Mihemed Şêx Mehmûd Horo, Reşîd Ehmed Dawud, Ayan Mustefa Dawud, Meryem Mustefa Horo, Yûsif Horo, Rewşen Sîno, Ronîcan Sîno, Fatima Mihemed, Şervîn Elî, Lodemîla Horo, Zeyneb Osman, Abdullah Helawî, Mustefa Xelîl Henan, Fatima Bakîr, Yûsif Menan Horo, Cemîl Ebdo, Sebah Elî, Ardelan Îbrahîm, Ahrîman Reşîd Hesen, Zekeriya Osman, Elî Ebdulrehman Îbrahîm, Nûjîn Hesen Menan, Mihemed Hebîb, Mihemed Welîd, Sureyan Mihemed Ehmed, Îsmet Reşo Misto, Zeyneb Yûsif Mihmed, Beyam Îbrahîm, Arîn Abdulhenan, Heyvan Tobal Hemo".

Têkildarî projeyê û armancên wê, endama rêveber a Komîna Wênesazî Sebah Elî got: "Pêşangeh, êrişên Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê yên li ser Efrînê, zilm, qetilkirin û koçberkirina ku pêk tînin, her wiha azarên şêniyên Efrînê yên di kampên Şehbayê de vedibêje."

Sebah Elî, destnîşan kir ku ji bo pêşangehê tedbîrên li dijî Koronavîrusê hatine girtin û kombûn çênabin.

Endamê MSD'ê Mihemed Elî Hesen diyar kir ku armanca projeyê azarên şêniyên Efrînê ji tevahî cîhanê re ragihînin.

Rêvebirê projeyê, şêwekar Ardelan Îbrahîm ev tişt got: "Armanca me ji vê projeyê şerê li Efrînê û berxwedana ku 58 rojan hat raberkirin belge bikin û wekî peyam bighînin wijdanê cîhanê û rêxistinên mafên mirovan da ku li hemberî binpêkirinên li Efrînê bisekinin."

 

 

 

Serepeyv