Tebax 18, 2020 01:27 Asia/Tehran

Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê, Ezîz Nêmetî, Rexnegirê wêjeyê ji Ûrmiyê li ser Romana '99 Morîkên Belavbûyî' ya Helîm Yûsif dibêje: "Min romana "99 Morîkên Belavbûyî" xwend.

Berhem asta bilind a lêkolînên nivîskar û feraseta wî ya kûr û dûr li ser mijarên civaka wî û zalbûna wî li ser êşên gelê wî radixe ber çavan. Bûyerên romanê wekî teqînekê û pir bi kelecan dest pê dibin, bûyer li ser şopa xeleka tizbiyan û li pey hev rêz dibin û nivîskar bi xwe jî di navenda bûyeran de cih digire.

Roman li ser zarê kesê yekem diyar dike ku nivîskar bi xwe bi awayê axêver di pêvajoya bûyeran de hazir e. Nivîskar di hemû hûrgiliyên kesayetiyên romanê de li xwe digere û xwe di hin beşên kesayetiyan de dibîne. Roman bi baldarî û hûrgilî pirsgirêkên kurdên Kurdistana Sûriyê, Kurdistana Tirkiyê û Kurdistana Iraqê hildikole, kesên ku di welatê xwe de xerîb ketine û

mexdûr in û di penaberiyê de tûşî şokeke çandî bûne û perçeyên leşê xwe li her derê bi darê zorê wenda kirine.

Di romana "99 Morîkên Belavbûyî" de gelek sembol û statuyên bihêz hene ku ezê di pêşerojê de nivîseke berfireh a rexneyî li ser wan binivîsim. Sembolên wekî navê romanê, statuya dayîkê di heybeta balindeya reş, dêmarî, mirovên ku dibin mar, wêneyên penaberên wekî dînan ku di kuncên nexweşxaneyên Ewropayê de bêxwedî mane û li halê ku tu pêwendiyeke nexweşiyên wan bi dînbûnê re tune, belkî birînine kevn in ku di atomosfera demokrasiyê de serî rakirine.

 Yek ji temayên romanê evîneke bêmiraz e ku pêwendiyeke wê ya xurt bi sembola tizbî û morîkan re heye.

Mijara nijadperestiya li her derê dikare mijareke din be ku heya niha jî di welatên cîhanê yên herî pêşketî de rih û canê mirovahiyê diazirîne.

Roman li gor pêwîstî û şêwaza xwe ya jîr û hişmendiya nivîskar, carinan zimanekî fêmbar û di heman demê de mantiqî û beraqil ji bo vegotina mijaran hildibijêre û heta bigire nivîskar carinan di afirandina wêneyan de ew qasî kûr û dûr diçe ku jevderxistina pexşana romanê ji helbesta modern a îroyîn dijwar dibe. Nivîskar bi piranî riwayetê werdigerîne ser reng û zarê wêneyan û ev yek romanê xweştir dike.

Wergera romanê gelekî bihêz e û wergêrê kariye erka xwe bi cih bîne û berhemê bi awayê serkeftî wergerîne."

Romana Helîm Yûsiv "99 morîkên belavbûyî" di sala 2015'an de ji aliyê  Weşanên Peywend ve hatibû weşandin. Romanê ku ji 150 rûpelan pêk tê, di sala 2018'an de çapa wê ya duyemîn hatibû kirin.

Kurtedemek berê wergera romanê bi wergera Sayîme Xakpûrê bi farisî ji Weşanxaneya Afrazê derket.

 

 

 

Serepeyv