Cejna qehremaniyê û pêşkêşkirina kûpa super lîga jinan bo şaredariya Bemê
Tebax 17, 2020 18:41 Asia/Tehran
Merasima pêşkêşkirina kûpa dewra 12-an a pêşbirkeyên super lîga jinan duh ji bo şaredariya Bemê hat pêşkêşkirin.
Di vê merasimê de ku serperest û sergêrê Fedrasiyona Fûtbolê û serokê Rêxistina Lîgê û hin rayedarên parêzgeha Kirmanê û welêt (Îranê) beşdar bûbûn ji bo şaredariya bajarê Bemê hat pêşkêşkirin.
Hêjayî gotinê ye ku hefteyên dawiyê yên Super Lîgê ji ber pabndemiya Koronayê li dar neketin û li gor biryara Fedrasiyona Fûtbolê tîma şaredariya Bemê wek qehremana super lîga jinan bona cara heftem hat bijartin. Ji ber Koronayê hin lîstkvanên vê tîmê di vê merasimê de beşadar nebûn.