Tebax 16, 2020 18:37 Asia/Tehran
  • Girê Mirazan bû mijara pirtûk, rêzefîlm û fîlmên anîmasyonê

Girê Mirazan (Gobeklîtepe) ku li Rihayê (Şanliurfayê) weke "destpêka dîrokê" tê pênasekirin, di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCO'yê da sala xwe ya duduyan temam kir û bû mijara pirtûk, rêzefîlm û fîlmên anîmasyon.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya ajansa AA'yê, Girê Mirazan bi dîroka xwe ya 12 hezar salî va hemû bal kişandin ser xwe û her sal ji nav Tirkiyê û derveyî Tirkiyê mazûvaniya bi hezaran tûrîstan dike.

Girê Mirazan ku di sala 2011an da hildan "Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê" a UNESCOyê, sal bi sal navdartir dibe. Di 1ê tîrmeha 2018an da jî li Behreynê di Civîna Komîteya Mîrata Dinyayê ya 42yemîn da li Lîsteya Mîrata Dinyayê hat zêdekirin. Piştî ku 2019 wek "Sala Girê Mirazan" hat îlankirin û şûnda, di turîzmê da "sala zêrîn" derbas kir.

Piştî ku Girê Mirazan ket Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê, bala senarîst û derhêneran jî kişand û bû mijara pirtûk, rêzefîlm û fîlmên anîmasyon û ket nav çanda populer.

- "Agahiyên ser Girê Mirazan zûtirî li gel bela bû"

Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Aydin Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, piştî ku Girê Mirazan di sala 2018an da ket "Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê" zêdetir hat naskirin.

Aslan destnîşan kir ku Girê Mirazan ket nav çanda populer û ev pir girîng e û wiha dewam kir: "Piştî ku Girê Mirazan ket Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê digel naskirina xwe ya zanistî, bû mijara çanada populer jî. Bi taybetî pirtûkên li ser Girê Mirazan zêde bûn, platformên fîlman ên ku li dinyayê navdar in, li ser Girê Mirazan rêzefîlm çêkirin, fîlmên wê yên anîmasyon hatin çêkirin û agahiyên ser Girê Mirazan zûtirî li gel bela bû."

Aslan destnîşan kir ku Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê ji bo di qada navneteweyî da Girê Mirazan bide naskirin xebatên girîng bir serî.

Di axaftina xwe da Aslan bal kişand ser fîlma anîmasyonê ya "Rafadan Tayfa Gobeklitepe"yê ku di qada temaşekirinê da bû xwedî rekor û wiha pê da çû: "Girê Miraza bi saya çanda berçevan di heş û mêjiyê mirovan da jî awayek mayînde bi cih bû."

- "Rafadan Tayfa: Gobeklitepe' ji biçûkan heta mezinan bala herkesî kişand"

Çêker û derhênerê fîlmê Îsmail Fidan got ku bi qasî 3 milyon û 500 hezar kesî li fîlma "Rafadan Tayfa: Gobeklitepe" temaşe kir.

Fîdan got ku ji biçûkan bigir heta mezinan fîlmê bala herkesî kişand ser Girê Miraza û ragihand zarok dema qehremanên rêzefîlman li cihekî dibînin dixwazin ew jî biçin wan deran û fîlma "Rafadan Tayfa: Gobeklitepeyê" jî ji bo vê mînak nîşan da.

- Fîlm di qadên dijîtal da wê bê weşandin

Fîlma Rafadan Tayfa: Gobeklitepeyê ji bilî eywanên sînemayan li derveyê Tirkiyê jî gelek bal kişandiye û Fîdan destnîşan kir ku di demeke nêz da wê fîlma Rafadan Tayfa: Gobeklitepeyê ji ser qadên dijîtal û paşê jî ji ser têlevizyonan biweşînin.

 

 

Serepeyv