Tebax 14, 2020 17:36 Asia/Tehran
  • Muzeya Makîneyên Fotografan dîsa vebû

Muzeya Makîneyên Fotografan ku ji ber serdema pandemî hatibû girtin niha ji nû ve hat vekirin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Muzeya Makîneya Fotografan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Meletî û Daîreya Karên Civakî ve girêdayî ye. Ji sala 1876'an heta niha 2 hezar û 23 makîne û li dor 3 hezar aksesuarên makîneyan têde hene. Ji bilî van salona projeksiyona sînemayê, odeya tarî ya fotografan (berê di van odeyan de foto dihatin amadekirin), quncikê ji bo bîranînê kişandina fotoyan jî heye.

Li Tirkiye, Asya û Ewropayê di warê xwe de ev muzeya herî mezin e.

Di sala 2017'an de hate vekirin. Pêşî makîneyên koleksiyoner Baki Tamer Selçuk ku wê çaxê hezar û 890 heb bûn bi cih kirin. Selçuk di 29 salan de bi keda xwe ya şexsî ev makîne kirîbûn. Ji roja ku muze vebûye bi ser 100 hezar kesî re mêvan çûne wir.

Li gor agahiyên Şaredariya Meletî salane li dor 120 hezar kesî mêvan diçin serdanê.

Muzeya ku di serdema pandemiyê de hat girtin niha ji nû ve hat vekirin. Yên bixwazin dikarin herin serdanê.

 

 

Serepeyv