Tebax 14, 2020 10:30 Asia/Tehran
  • Festîvala Fîlman a Silêmanîyê jî hate betalkirin

Îsal gere 5’emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê li dar bikeve lê ji ber virûsa koronayê festîval hat betalkirin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Komîteya amadekar a Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê li ser festîvalê daxuyaniyek belav kir û got ku ji ber vîrusa koronayê ew îsal festîvalê li dar naxin.

Îsal gere 5'emîn car li dar biketa û bername ew bû ku di meha kewçêrê (Cotmeh) de li dar bikeve. Di daxuyaniya ku îro hat belavkirin de hat gotin ku dema li raporên tenduristiyê yên dinyayê mêze kirine dîtine ku îhtîmala pêla diduyan a vîruso koronayê heye û ji ber vê yekê biryara betalkirinê dane.

Di festîvalê de ligel sînemagerên kurd, sînemagerên dinyayê jî dihatin Silêmanîyê.

Aamadekaran bal kişandiye ser vê yekê û ji ber ewlehiya wan û nemimkûnbûna lidarxistina festîvalê îsal biryara betalkirinê dane.

Di festîvalê de kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên metrajdirêj dihatin xelatkirin. Sala pêşiya me dê carek din festîvalê li dar bixin.

 

 

 

Serepeyv