Tebax 13, 2020 18:38 Asia/Tehran
  • Xelata qehremanên Asya û Cîhanê ku medal bi dest xistine tê dayîn

Alîkarêwerzişa pisporî û qehremanî yê wezareta werziş û ciwanan a Îranê got: Xelata qehremanên Asya û Cîhanê ku medal bi dest xistine yên sala 2018 ji hefteya tê di hesabê wan ê bankî tê razandin û ev kara wê sê mehan bidome.

Alîkarêwerzişa pisporî û qehremanî yê wezareta werziş û ciwanan a Îranê Mehdî Elînijad li gotûbêja bi ISNAyê re got: Qonaxayekem a razandina perê xelat ji bo qehremanê medalstandî ên Asya û Cîhanê yên sala 2018 ji hefteya tê despê dike . Vêca me gişt 13 fedrasiyonên werzişî ku di qonaxa yekem de cih digirin agahdar kirine ku navên werzişkarên xwe tevî koda wan a neteweyî û jimara hesabê wan ên bankî ji wezareta werziş û ciwanan re bişînin.

Wî herwiha got ku perê vê xelatê dibe 22 milyard tûman ku di 4 qonaxan tê dayîn. Di qonaxa yekem 5 milyard û 300 milyon ji bo 13 fedrasiyonan tê dayîn û perê din jî wê li qonaxa din were dayîn. 

Serepeyv