Tebax 12, 2020 20:04 Asia/Tehran
  • Rojnameya heftena ya Xwebûn bi 'Ziman Şîrhelal e' derket

Rojnameya heftena Xwebûn di hejmara xwe ya 34'an (10-16 gelawêj (Tebax)) bi manşeta "Ziman şîrhelal e" derket pêşberî xwendevanên xwe. Nûman Amed ku bi navê "Etîmolojiya Azadiyê" pirtûkek derxistibû, Mem Avba pêre xeber daye û ev bûye manşet.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Ji bilî vê di rojnameyê de li ser Ferhengên Biwêjan ên Dilawer Zeraq nivîsek hatiye amade kirin.  "Cotstandariya li dijî kurdî", "Zarokên êzidî yên ji DAIŞ'ê rizgar bûyî", "Ken ji dev û lêvên hêvî ji çavan kêm nebûn", "Çima divê em li ser fîlmên sînemayê temaşe bikin?" hin nûçeyên din in ku di rojnameyê de cih girtine.

Ji qunciknivîskarên rojnameyê vê hefteyê Munewer Azîzoglu bi nivîsa "Lêkolînên Kurdî", Cemîl Oguz bi "Cavît Murtazaoglu tiya ra şî", Agît Yazar bi "Peykerxaneya hosteyên Hûrriyan: Yesemek" cih girtiye.

 

 

 

Serepeyv