Tebax 12, 2020 10:16 Asia/Tehran
  •  Penêrê Çeçîlê hîn jî bi rê û rêbazên edetî tê çêkirin

Penêrê Çeçîlê ku ji bivênevêyên taştên bajarên herêma Serhedê ye, bi sedan sal e bi rê û rêbazên edetî tê çêkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Dîndar Karataş" dibêje: "Penêrê Çeçîlê ku ji bivênevêyên taştê Serhediyan e, bi sedan sal e bi heman rê û rêbazê tê çêkirin. Penêrê Çeçîlê bi piranî li Qers, Erzirom, Agirî, Erdexan û Îdirê tê çêkirin û xwarin. Çêkirina Penêrê Çeçîlê zehmet e. Pêşî çêlek tê dotin û bi dû re rûnê şîr tê dawerivandin. Piştî şîr tê dawerivandin rojekê tê sekinandin. Paşê tê havênkirin û kelandin. Gava tê eklandin jî heya têl têlî nebe tê lihevxistin. Piştî çêdibe wî dixin nava eyarên mî û bizinan. Li gundê Alemê yê navçeya Dîgor a Qersê dayika 6 zarokan Sûzan Ozyakişir (46) anî ziman ku rojê 5 kîlo Penêrê Çeçîlê çêdike." 

BIVÊNEVÊYA TAŞTÊ 

Ozyakişir, diyar kir ku serê sibehê zû radibin û şîrî didoşin li makîneyê dixin. Ozyakişir, anî ziman ku piştî rûnê ji şîr dadiwerivînin, şîrê bê rûn datînin ser êgir û got: "Her wiha em bi qasî wî şîrî jî şîrê ter bera navê didin. Piştî em havênê xwe yê avî bera nav didin em dikelînin. Gava ava xwe digire, vê carê em bera quşxaneyeke din didin û li hev dixin. Piştî tê qeysa xwe em derdixin." Ozyakişir, da zanîn ku ew ji meha Gulanê heya meha Îlonê penêrê Çeçîlê çêdikin û got, kîloya penêr bi 15 lîreyan difiroşin. Ozyakişir got: "Em pir hez ji Penêrê Çeçîlê dikin. Bivênevêya ser sifreya me ye. Tahma Çeçîlê pir xweş e. Pir kes dixwazin." 

 

 

Serepeyv