Di Lîga Şampiyonan de çarîk fînal diyar bû
Pêşbirkên Lîga Şampiyonan ji ber vîrusa koronayê hatibûn bipaşvexistin, niha têne lîstin. Pêşbirkên kêm mayî temam bûn û tîmên derbasî çarîk fînalê diyar bûn. Pêşbirka wekî fînalê dê Pêşbirka Barselona û Bayer Mûnîxê be ku ew bûn reqîbên hev.
Li gor serketina tîman, Atalanta û PSG bûn reqîbên hev. Pêşbirka wan 12'yê vê mehê dê bê lîstin.
Leipzing û Atletico Madrid bûn reqîbên hev û Pêşbirka wan 13'yê mehê ye.
Barselona û Bayern Mûnîx bûn reqîbên hev û maça wan 14'ê mehê ye.
Manchester City û OlympiqueLyon bûn reqîbên hev û Pêşbirka wan jî êvara 15'yê mehê dê bê lîstin.
Hemû Pêşbirk li gor saeta Tirkiyê saet 22.00'an de dê bêne lîstin.
Tîmên bi ser bikevin dê derbasî nîv fînalê bibin û Pêşbirkên nîv fînalê dê êvara 18 û 19'ê mehê bêne lîstin. Pêşbirka Fînalê jî êvara 23'yê mehê ye.