Tebax 10, 2020 16:22 Asia/Tehran
  • Xorasan - Fistîvala Milwariyê bi naskirina kesên serketî bi dawî bû

Dora duyem a Fistîvala Helbesta Kurdî ya Xorasanê (Milwarî) bi naskirina kesên sereke dawî li karê xwe anî.

Elîreza Sipahî Layîn, Sêkrêtirê desteya dadweran a Dora duyem a Fistîvala Helbesta Kurdî ya Xorasanê (Milwarî) got: "Xala girîng derbarê dora duyem a Fistîvala Milwariyê eva bû ku ji bilî helbestê, kurteçîrokên Kurdî (Kurmancî) jî di vê dorê da ketin pêşbirkê."

Wî got: "Beriya ku encama dawiyê ya vê fistîvalê ragihînim, dixwazim bi nûnertiya ji koma dadweran, çend xalên girîng destnîşan bikim:

1- Asta berhemên gihîştî bo dora duyem a fistîvalê di her du warên Helbest û Kurteçîrokan da piranî nêzikî hevdu bû û vê yekê dadweriya berheman dijwar kiribû.

2- Li bercî dora yekem, pêşketineke berbiçav di asta berhemên gihîştî bo fistîvalê da tê xuyakirin.

3- Helbestvan û nivîskarên kurd ên xorasanî, nîşan dane ku mijara durustnivîsîna zimanê zikmakî bi rênivîsên zanistî yên heyî, bo wan bûye xaleke cidî û girîng.

4- Di fistîvala îsal da, tevî ragihandina pêşîn, helbestên gihîştî ji hêla çendaniyê da bi awayekî nebû ku di her sê warên helbestên kurt, azad û bilind da rikeberî pêkan be.

5- Di warê kurteçîrokan da, 10 berhemên gihîştî bo fistîvalê piranî bedew û nêzikî hev bûn û ji ber vê yekê biryar hat dayînê ku tenê navê kesa yekem were ragihandin û bi awayekî giştî sipasiya serketî û beşdarên din were kirin.

6- Dadwerên beşa Çîrokê, Mamoste Ezîz Nêmetî (Ûrmiye), Dr. Sara Wetendost (Xorasan) û birayê me Berat Qewîendam (Xorasan), her sê kesan berhemên gihîştî bi awayekî deqîq û di dema herî guncan û lez da dadwerî kirin ku pêwîst e em jibo pejirandina bê çaverêtî ya vê zehmetiyê, bi awayekî taybet sipasiya wan bikin.

7- Di beşa helbestê da, li gorî ragihandina pêşî, birêz Dr. Hesen Roşan, Mamoste Elî Heyderî, Mamoste Mihemed Teqewî, Dr. Sadiq Ferhadî û min (gişt ji Xorasanê) karê dadweriyê girtibûn ustiyê xwe. Du kesên yekem, bi hêjatî 23 berhemên gihîştî hêjayî pesnê dan zanîn û ragihandin ku nêrîna wan girêdayî bi dengê sê dadwerên din e. Sê dadwerên sereke yên helbestê jî, dadweriya xwe li gorî nirxên zanistî û wêjeyî û afirîneriyên zewqî û kelamî ragihandin. Ez dixwazim bi dil û can sipasiya du dadwerên rêzdar, birayên xwe Dr. Ferhadî û Mamoste Teqewî bikim ku wextê xwe yê giranbiha bê çaaverêtî dan me.

8- Encamên tam ên gişt beşdarên du dorên Fistîvala Milwariyê, hevrê digel hûrgiliyên puenan di her du beşên Çîrok û Helbestê da, bi hezkirina Xwedê wê di pirtûka taybetî fistîvalê ku aniha tê amadekirin da bê weşandin û ji giştan ra were ragihandin.

9- Ji ber ku vê demê derfet jibo lidarxistina rêûrisma bidawîanîna fistîvalê bi amadebûna beşdar û berpirsên fistîvalê û hwd tuneye, encamên vê dorê bi riya vê daxuyaniyê tên ragihandin û bi hezkirina Xwedê xelata serketiyan dê bi riya postê ji wan ra bê şandin.

10- Di fistîvala îsal da jî, kesine ezîz alîkariya me kirin ku bi vê rêyê ez sipasiya yek bi yekê wan dikim. Di vî halî da, pêwîst e bi awayekî taybet û germ sipasiya birayê xwe Yûsif Xulamî (Sêkrêtirê Encumena Wêjeyî ya Kaniya Dil) û xwenga xwe ya hêja, Zerî Muhemedzadeyê bikim ku wek piştgirên aborî yên dora duyem a Fistîvala Milwariyê, destpêşxêrî û berzefikirîn bi me ra dan hêvosandin.

û encamên Fistîvalê:

Di beşa Çîrokê da:

Serketiya dawî: Melîhe Erkî (Bijnûrt - Xorasan)

Di beşa Helbestê da:

1 - Mehbûbe Se'adetmend (Meşhed - Xorasan)

2 - Şîrkûh Pehlewanî (Şîrwan - Xorasan)

3 - Emanellah Ce'ferzade (Şîrwan - Xorasan)

Bi hêviya ku xêr, aqilmendî û xwebawerî berfireh bibe, nivîskar û helbestvanên kurd ên xorasanî zêdetir ser bikevin û zimanê me şêrîn, zimanê zikmakî - Kurmancî - herî zêde geş bibe û bi hêviya dewama lidarxistina Fistîvala Milwariyê di cejnên bicoş û mezin ên pêşerojê da.

Birayê we: Elîreza Sipahî Layîn / Sêkrêtirê desteya dadweran a dora duyem a Fistîvala Milwariyê -

Meşhed

Bîstê Emordada 1399an (10ê Tebaxa 2020î)

 

 

Serepeyv