Tebax 10, 2020 02:26 Asia/Tehran
  • Destûr nedan Amed Spor kongreya xwe çêbike

Li Tirkiyê; Destûr nedan Amed Spor kongreya xwe çêbike.

Rêveberiya Amed Sporê biryar dabû ku roja 19'ê pûşpera 2020'an de bi awayekî awarte kongreyê saz bikin. Li ser rewşa pandemiyê kongre ji bo 2'yê vê mehê hatibû taloqkirin. Ji ber piraniya endaman ne amade bû kongre ji bo 9'ê mehê dê li dar biketa. Rêveberiya Amed Sporê 4'ê mehê bi rêya Walîtiya Amedê ji bo sazkirina kongreyê serî li Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê da ku ji ber pandemiyê destûr di destê Wezareta Karên Hundir de ye. Ligel ku divê kongre bêyî li piraniya endaman binêrin duh li dar biketa lê Lê û destûra sazkirinê da lê wezaretê tu bersiv neda klûbê.

Serokê Kilûba Amed Sporê Metin Kilavuz ji ser tora civakî re peyamek weşand, got ku ligel serîlêdanê tu bersiv nedane wan û ev yek lê zêde kir: "Wekî ku di hundirê fermanameyê de nivîsandiye jî ji bo kilûbên sporê zerarê nebînin divê zûtirîn gavê de bersiv bê dayîn. Em wekî kilûb jî zûtirîn gavê de li benda bersivê ne. Dema bersiva me bê dayîn emê kongreya xwe saz bikin."

Tîma fûtbolhe ya Amed Sporê di Lîga 2'yemîn a Tirkiyê de dilîze.

 

 

Serepeyv