Pêşbirkeyên duçerxsiwariyê ya qehremaniya Îranê îbtal bûn
Pêşbirkeyên duçerxsiyariyê (basîkelajotinê) yên qehremaniya welêt ku biryar bû ji meha Îlonê despê bibe ji ber pandemiya Koronayê û rewşa sor a Koronayê li 15 parêzgehên Îranê, li dar nakevin û ew ketine demeke din.
Li gor ISNAyê Fedrasiyona Duçerxsiyariyê dibêje ku vê fedrasiyon biryar dabû piştî paşdaxistina şeş mehan pêşbirkeyên duçerajotinê ji ber pandamiya koronayê, biryar bû ku ev pêşbirkey di meha Îlona 2020 de li dar kevin, lê ji ber ku dîsa pandemiya Koronayê berfire bûye û 15 parêzgehên Îranê ji ber vê yekê di rewşa sor de ne, dîsa ev pêşbirkeyana paşda dikevin û vê carê anku li Îlonê li dar nakevin.
Berî viya jî Fedrasiyona Duçerxsiyariyê biryar dabû ku li meha dawiyê ya Biharê pêşbirkeya Xelata Mezin Li Ehmed Abada Mustûfî li dar bêxe, lê ji ber Koronayê ew jî li dar neket.