Tebax 08, 2020 18:18 Asia/Tehran
  • Li cîhanê - Salonên sînemayan di çi rewşî de ne?

Bi serdema pandemî re salonên sînemayan hatin girtin. Niha yên hatine vekirin jî hene lê rewş ne baş e.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Li dinyayê li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) salonên sînemayê zêdetir li pêş in. Pereyên mezin li wir di piyaseyê de ye û niha ew girtî ne.

Ji du bajarên ku di vî warî de xwedî bazareke mezin in New York û Los Angeles in. Li van deran û li bajarên din salon girtî ne û ne diyar e dê kengê vebin.

Li Îngilistanê di dema pandemî de salon hatin girtin, biryar hat girtin ku di serê Tîrmehê de vebin. Salon vebûn jî lê ew geşbûna berê hê nîn e.

Li Çînê 6 mehên pêşîn ên salên hemû salon girtî bûn. Serê Tîrmehê de biryara vekirinê dan.

Li Tirkiyê di meha Adarê de salon hatin girtin. Salonên sînemayê vekirin, lê xelk newêre here salonan û fîlm jî nakevin vîzyonê.

Ji salonên dîrokî Salona Beyoglu ku li Beyogluya Stenbolê ye 7'ê mehê bi nîşandayîna fîlmên ku "Başka Sînema" amade kiribû vebû. Salonê daxuyand ku bi 9 fîlman dest bi vekirina salona xwe dikin. Bi fîlmê "Şehre Donuş" (Vegera li Bajêr) dest bi bernameyê kir.

Di nav bernameya "Başka Sînema" ya li Salona Beyoglu de fîlmê Seyfî Toraman "Bizim Buyuk Çaresizliğimiz* (2011), ê Mahmut Fazil Coşkun "Yozgat Blues" (2013), ê Noah Baumbach "Frances Ha" (2012) û fîlmê Michael Haneke "Cache" (2005) dê bê nîşandayîn.

 

 

Serepeyv