Enqere - Hunermend Mihemed Doman yê ji Kobanê jiyana xwe ji dest da
Roja Pêncşemiyê li paytexta Tirkiyê Enqereyê hunermend û muzîkjenê kemanê yê ji Kobanê Mihemed Doman çû ser dilovaniya xwe.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hunermend Mihemed Xelîl Xazî yê bi navê Mihemed Doman tê nasîn bi hevalbendiya xwe ya bi kemanê re di temenê xwe yê hunerî de hatibû nasîn. Xazî ji bajarê Kobanê ye, di sala 1929’an de hatiye dinyayê. Tê zanîn ku Xazî û hunermend Baqî Xido Hindawî bi hev re stranên gelêrî digotin.
Mihemed Doman muzîkjenê yekemîn ê kemanê li Kobanê bû û wesiyeta wî li Kobanê were veşartin.
Doman çîrokên gelêrî yên kurdî bi rêya stranên wekî Bêmal, Xemê Zalim, Domanê û Binefşa Narîn tevî gelek hunermendan digotin.
Duh hunermend Mihemed Xelîl Xazî li nexweşxaneyeke li paytexta Tirkiyê Enqereyê çû ser dilovaniya xwe.