Tebax 07, 2020 18:08 Asia/Tehran
  • Sonamiya dopîngê di nav Woşoya Îranê de

Piştî Hemîd Riza Qolîpûr û Muîn Teqewî, sandakara wezin giran a tîma neteweyî ya jinên Îranê bû woşokara sêyem ku dopîng kiriye.

Li gor rapora ISNAyê piştî eşkerabûna dopînga Hemîd Riza Qolîpûr û Muîn Teqewî du sandakarên zîv û zêr ên tîma netewyiya Îranê li hevrikiyên Kûpa Cîhanî ya 2018 a Çînê, Fedrasiyona Cîhanî hikmê dopînga Meryem Haşimî sandakara tîma neteweyiya jinan a Îranê li hevrikiyên şampiyona cîhanî ya 2019 ya Woşoyê jî derxist, bi vî awayî eva woşokara sêyemîn a Îranê ye ku dopîng kiriye.

Meryem Haşimî di van hevrikiyan de medala zêr bi dest xistibû ku ev medal jê tê standin.

Îranê li beşa sandayê ya van hevrikiyan 8 zêr standibû ku ji bo cara duyem bûbû qehremanê cîhanê û niha zêreke wê kêm dibe û dibe 7 zêr û Çînê jî şeş medalên zêr, zîvek û tûncek standibû ku li rêza duyem cih girt. 

Li gor hikmê Fedrasiyona cîhanî Haşimî ji 21 Çiriya 1019 heya 21 Çiriya 2023 yanî ji bo 4 salan nikare li pêşbirkeyên fermî beşdarî bike. Sandakara tîma neteweyî ya jinên Îranê heya 14 rojên din derfet heye ku derheq vê hikmê nerazîbûna xwe nîşanî dadgeha daweriya werzişê.   

Serepeyv