Hilkişyana ser çiyayê Demawendê qedexe bû
Tebax 05, 2020 18:35 Asia/Tehran
Ji ber pandemiya vîrûsa Koronayê û betlaneya dawiya hefteyê Fedrasiyona Çiyageriyê ragihand stasiyonên çiyageriyê li Demawendê ti servîs û xizmetkariyekê nadin.
LI gor ISNAyê, ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê û betlaneya dawiya hefteyê û herwiha û meyla çiyageran ji bo hilkişiyana ser çiyayê Demawendê bêyî ku protokolên tendirustî û qerentîneyê berçav bigirin, Fedrasiyona Çiyageriyê neçar ma ragehîne ku stasiyonên vê fedrasiyonê li Demawendê ti xizmetguzarî û servîsekê pêşkêş nake.
Herwiha li gor ragihandina Taxima Çiyagerî û hilkişyanên werzişî ya parêzgeha Mazinderanê ji ber berbelavbûna dubare ya vîrûsa Koronayê, îmkana hilkêşiyana çiyageran ser qoçên çiyayên vê parêzgehê heya ragihandineke din tineye.