Tebax 04, 2020 23:06 Asia/Tehran
  • Şêrko Bêkes li ser gora xwe hate bîranîn

Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di heftemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Silêmaniyê hate bîranîn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Roj Newsê, Di saetên êvarê de ji aliyê "Dezgeha Çap û Weşanê ya Serdem û Rêkxirawa Niwêger" ve bi boneya heftemîn salvegera wefata Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes, merasîmek bîranînê li ser gora wî ya li "Parka Azadî ya Silêmaniyê" hat lidarxistin.

Di merasîmê de gelek kesayetên rewşenbîr,hunermend û welatî beşdar bûn. Merasîm bi destegula ku li ser gora Bêkes hate danîn re destpêkir.

Di dawiyê de jî jînameya Şêrko Bêkes hate xendin û bi mûzîk û stranan merasîma bîranînê bi dawî hat.

 

 

 

Serepeyv