Tebax 04, 2020 20:43 Asia/Tehran
  • Meletiye - Kalikê ku 40 sal in tizbiyan çêdike

Kenan Alakê 40 sal e tizbiyên curbicur çê dike:"Hundirê welêt û dervayî welêt gelekî eleqeyê nîşanî tizbiyên min didin. Herî zêde ji Almanya û Fransayê daxwaz tê kirin. Min ji welatên Ereban ra jî tizbiyên xwe şand."

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, "Li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê welatiyê bi navê Kenan Alak 40 sal e tizbiyên curbicur çêdike û wan bi îmameyên cuda va dixemilîne.

Kenan Alakê 63 salî odeyeke mala xwe ji bo çêkirina tizbiyan bi kar tîne û bi kevirên karîbar, kuka û yên din va tizbiyên ji hev xweşiktir çêdike."

Alak ji nûçegihanê AAyê ra got dema ew ciwan bûye di destê kesekî da tizbiyeke sor û zer dîtiye, ji ber ku gelekî kêfa wî bi vê tizbiyê ra hatiye bihayê wê pir zêde be jî wî kiriye û eleqeya wî ya li ser tizbiyan ji wê rojê pê va dest pê kiriye.

- "Gelekî eleqeyê nîşanî tizbiyên min didin"

Alak got: "Hundirê welêt û dervayî welêt gelekî eleqeyê nîşanî tizbiyên min didin. Herî zêde ji Almanya û Fransayê daxwaz tê kirin. Min ji welatên Ereban ra jî tizbiyên xwe şand. Tizbiyên min di navbera 750 û 3 hezar lireyî da tên firotin. Lê li gor melzemeyên hatine bikaranîn bihayê wan dikare hê jî zêdetir bibe."

Alak destnîşan kir ew vî karî hînî kesên din jî dike û heta desên wî bigirin û çavê wî bibîne ewê vî karî bike.

Bulent Komurkarayê 2 sal e ji Kenan Alak çêkirina tizbiyan hîn dibe jî got divê qedrê wî bê girtin û wiha axivî: "Divê em qedrê hostayê me yê biqîmet bizanibin. Ez wî ji xwe ra dikim mînak. Heta ji destê min tê ez ji wê rêya ku hostayê me vekiriye dimeşim."

 

 

 

 

Serepeyv