Tebax 04, 2020 08:26 Asia/Tehran
  • Lîga Super a Tirkiyê dê bi çend tîman bê lîstin?

Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê (TFF) biryar dabû ku îsal Lîga Super jî têde di tu lîgê de tîm ji lîgê nekeve lîgek jêrîn. Li gor vê biryara di Lîga Super a Tirkiyê de 18 tîm hebûn, 3 ji Lîga 1'emîn hatin bûn 21 tîm.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Ji bo 21 tîm bêne lîstin divê hefteyê yek bisekine. Li ser vê hin klûban serî li TFF'ê daye lîg bi 22 tîman bê lîstin. TFF piştî cejnê dê vê daxwazê binirxîne.

Li gor biryarê serdema fûtbolê ya 2020-2021'ê dê rojên 11-12'yê rezbera (Îlon) 2020'an dest pê bike û divê lîg di meha gulana 2021'ê de bi dawî bibe ji ber ku Euro 2020 ku ji bo sala bê hatibû bi paş ve xistin dê li dar bikeve.

Ji bilî vê di meha adarê de pêşbirkên hevtêkbirinê yên Kûpaya Cîhanê, dîsa pêşbirkên Lîgên Ewropa, Kûpaya Tirkiyê hene ku ji ber van qala serdemeke dijwar tê kirin.Di vê navberê de ji bo tîman baştirîn fersenda pêkanîna transferan dest pê kiriye û tîm kadroyên xwe xurt dikin.Ji aliyên tîmên kurdan ve jî rewş bi vî rengî ye. Ji van tîman Amed Spor dê kongreya xwe li dar bixe. Kongre 2'yê vê mehê, ger piranî çênebe dê 9'ê mehê li dar bikeve.

 

 

 

Serepeyv